Wezareta karên hundir hevşaredara Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn ji peywirê girt û li şûna wê qeyûm tayîn kir
Hevşaredarên HDP’ê ya Şaredariya Sûr a Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr bi hinceta dozên wan duh hatibûn binçavkirin. Wezareta karên hundir hevşaredar Buluttekîn ji peywirê girt û li şûna wê jî qeyûm tayîn kir.
Wezareta karên hundir di daxuyaniya xwe de lêpirsîna Serdozgariya Komarê ya Amedê ku der barê Buluttekîn de bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye’ daye destpêkirin weke hinceta ji peywirê girtinê nîşan da. Wezaretê qeymeqamê navçeyê Abdullah Çîftçî weke qeyûm tayîn kir. AMED