Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ragihand ku rojnamevan, nivîskar û şoreşger Seyîd Evran şehîd bûye.
YRA’yê diyar kir ku Seyîd Evran demeke dirêj bû bi nexweşiya dil ketibû, di 22’ê îlonê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nexweşxaneya dihate dermankirin şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Têkildarî şehadeta hevalê xwe de em ê îro (25 îlon) saet 11.00’an li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyekê bidin.
Em hemû hevalên xwe yên rojnamevan û dostan vedixwînin daxuyaniyê.”