Li gorî arkeologan Qesra Hewşkuru mezintirîn şunwarên Sasaniyan e. Ev şûnwarê dîrokî bi rûxandinê re rûbirû hatiye hiştin û hikûmeta başûrê Kurdistanê guh nade şûnwarê
Qesra Hewşkuru li gundê Hewşkuru yê ser bi bajarokê Quretuw ku 26 km dûrî navçeya Kelar a herêma Germiyan e û dikeve başûrê rojhilatê Kelarê. 7 km dûrî navçeya Qesrî Şîrîn ya rojhilatê Kurdistanê ye. Dîroka avakirina vê qesrê digihe salên 590-628’an ya serdema Xesrewî Perwêzî Sasaniyan.
Têkildarî dîroka Qesra Hewşkuru Arkeolog Mihemed Elî ji Rojnewsê re axivî. Arkeolog Mihemed Elî wiha got: “Li gorî lêkolînên arkeolojî derketiye holê ku ev şunwarê herî mezin yê serdema Sasaniyan e li başûrê Kurdistanê. Li ser çêkirina vê qesrê jî du nêrînên cûda hene. Li gorî nêrîna yekem tê gotin ku paşayê Sasaniyan vê qesrê ji bo cihê bêhnvedan û nêçîrê bi kar aniye. Lê arkeolog vê nêrînê rast nabînin û dibêjin, awayê çêkirina avahiyê li ser temelekî berfireh hatiye danîn. Ev yek jî derdixe ku ji bo cihekî leşkerî yê Sasaniyan hatiye çêkirin û hatiye bi karanîn. Ji ber ku Sasaniyan li gelek deverên Kurdistanê qelayên bi heman awayî ji bo leşkerî avakirine.”
Gelek dîwar rûxiyane
Qesra Hewşkuru avahiyekî ji du qatan pêktê, tevî ku ev nêzî 15 sedsal in bi ser avakirina wê re derbas dibe jî lê hîna sîma û şeklê xwe yê dîrokî wenda nekiriye û li ser xwe maye. Tevî ku gelek dîwarên wê rûxiyane jî lê li gorî serçaveyên dîrokî û projeya avahiyê diyar dibe ku têde gelek ode û dîwanxane hebûn. Lê niha metirsiya rûxînê li ser tevayî dîwarên qesrê heye.
Qesra Hewşkuru di warê avahiyê de xwedî hinek taybetmendiyên xwe yên cûda ne. Dîwarên wê bi kevirên normal hatiye çêkirin. Li gorî mezinahiya avahiyê dîwarên wê gelek stur in. Serder û ser pencerên wê bi şeklê kevan hatine çêkirin.
Odeyên qesrê bûye qadîn
Ji ber bêxemî, giringî pênedan û nûjen nekirinê niha hinek odeyên qesrê ji aliyê xwediyê lawiran ve wekî cihê ragirtina lawiran tê bikaranîn û beşek ji odeyên qesrê jî wekî kadîn tê bikaranîn.
Têkildarî giringiya vî cihê kevnare û paşguhxistina wê Cihgirê Rêvebirê Rêvebertiya Şunwarên Dîrokî yê Germiyanê Salih Mihemed wiha got: Ev cih di aliyê şekil û dîrokî ve giringiya xwe heye. Lê mixabin hatiye paşguhxistin. Wekî sazî heya niha me tenê kariye bi alîkariya şaredariya Quretuw ji bo wan malên nêzî cihê kevnare zevî ji bo wan li cihekî din peyda bikin û wana ji wî cihî dûr bixîn. Her wiha me derdora wê bi têlan girtiye.”
Di dewama axaftina xwe de Salih Mihemed diyar kir ku ji bo nûjenkirina wê pêwîstî bi karekî zêde heye hem di aliyê hêza mirovî hem jî di aliyê madî de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nikarin vêya bikin, salane Wezareta Şunwaran daxwaza plan û projeyên nûjenkirinê ji me dike. Lê mixabin heya niha jî tu tiştek nehatiye kirin.” GERMIYAN