Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Welatiyên Başûr: Em ji dagirkeriya tirkan nerihetin

Welatiyên navçeya Kîfrî ya Germiyanê destnîşan kirin ku berevajî hikûmet û partiyên kurd, gelê başûrê Kurdistanê ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk nerazî ne. Welatiyan da zanîn ku dewleta tirk dixwaze kurdan tune bike û rêya pêşîlêgirtina vê jî lidarxistina kongreya neteweyî û avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e

Her çiqas hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser axa başûrê Kurdistanê bêdeng be jî, gelê Başûr li hemberî êrîşan gelek bi bertek e. Têkildarî mijarê welatiyên navçeya Kifrî ya Germiyanê ji Rojnews’ê bi Botan Germiyan re axivîn û êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Der barê mijarê de dîrokvan Şemal Xurşîd anî ziman ku dewleta tirk ji dîrokê ve ji bo berjewendiyên xwe li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd dijminatiyê dike û wiha domand: “Hewl dide ku temamiya Kurdistanê dagir bike. Lewma em vê helwesta faşîstane ya Erdogan û vê dagirkeriyê şermezar dikin. Li gorî me dê bi sernekevin û roj bi roj zêdetir bişikên. Mixabin helwesta desthilatê û hinek partiyên siyasî yên Başûr li gorî daxwaza gel nînin. Ji bo serkeftina gelê kurd jî pêwîstiyeke mezin bi yekitiya neteweyî heye.”

‘Yekitiya neteweyî ya kurdan pêwîstî ye’

Ji welatiyan Ehmed Ezîz jî di serî de helwesta partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê rexne kir û wiha domand: “Bi taybet jî PDK li şûna ku li dijî dagirkeriyê derkeve, ji vê dagirkeriya dijmin re pêşengiyê dikin. Ev yek nayê qebûl kirin. Divê gelê başûrê Kurdistanê li dijî vê helwestê û dagirkeriyê raweste. Gel dixwaze ku li dijî dagirkeriyê yekitiya neteweyî bê avakirin.”

Rêya çareseriyê

Di heman mijarê de welatiyê bi navê Aram Mihemed jî daxuyand ku armanca destwerdana dewleta tirk tunekirina gelê kurd û jiyana bihevre ya gelane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Metirsiyên vê dagirkeriyê li ser gelê kurd heye. Helwesta herî baş a li dijî dagirkeriya dewleta tirk, lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdan û neteweya demokratîke.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar