Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Xelkê Germiyanê: Gelê kurd ji yekitiyê re amade ye

Welatiyên Germiyanê diyar kirin ku hewldanên KNK’ê yên ji bo yekitiya neteweyî cihê keyfxweşiyê ne. Welatiyan da zanîn ku ger aliyên siyasî hewl bidin, gelê kurd ji bo yekitiya neteweyî ji zûde amade ye

Welatiyên navçeya Kelar a Germiyanê girîngiya yekitiya neteweyî, yêkrêziya gelê kurd û xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yên ji bo yekitiya neteweyî ji Rojnewsê re nirxandin.

Têkildarî mijarê çalakvanê siyasî Herêm Mehmûd di serî de bal kişand ser xebatên KNK’ê û wiha got: “Hewldanên KNK’ê yên ji bo yekrêziya mala kurdan gelek girîngin. Ev hewldan hêjayî destxweşiyê ne. Lê mixabin ew hizbên ku li gorî ajandayên welatên din dixebitin, li pêşiya hewldanên KNK’ê dibin asteng. Bi awayekî dijberiya karên KNK’ê dikin. Ger aliyên siyasî ji bo hewl bidin, gel ji bo yekitiya neteweyî amade ye.”

Hewldana MÎT’ê yên ji bo astengkirina kongreyê

Mehmûd bi domdarî anî ziman ku piştî hewldanên dawî yên KNK’ê û hevdîtinên wê yên li gel aliyên siyasî, Tirkiye bi rêyê şandeyên taybet serdana wan hizb û aliyan kiriye û wiha pê de çû: “Dewleta tirk dixwaze pêşî li kongreyê bigire. Tirkiye her tim li Herêma Kurdistanê hewldana parçekirinê dike û nehiştiye ku kurd bigihîn mafên xwe. Hêvîdarim ku KNK ji bo komkirna hemû aliyên kurdistanî û parastina destkeftiyên kurdan ên sedsala me bibe sîwaneyek.”

‘Divê hemû alî ji bo kongreyê bikevin nava hewldanan’

Der barê mijarê de karmendê bi navê Serdeşt Casim jî bi lêv kir ku divê hemû aliyên siyasî û rêxistinên sivîl ji bo serxistina kongreya neteweyî bikevin nava hewldanan. Casim got ku ji bo pêşîlêgirtina pirsgirêk û dagirkeriyê hewcehî bi yekitiya kurdan heye û wiha derbirî: “Kurd her tim rastî êrîşên dewleta tirk û welatên cîran tên. Lewma divê siyasetmedarên kurd dest ji berjewendiyên şexsî û hizbî berdin û ji bo têkoşîna li dijî van pirsgirêkan hewl bidin.”

‘Yên ku dibin astengî divê bên aşkerakirin’

Ji welatiyên Germiyanê Heyder Elî jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Hewldanên KNK’ê yên ji bo yekrêzî û rêxistina gelê kurd gelek girînge. Lê mixabin heta niha negihîştine astekê ku cihê dilxweşiya gelê kurd be. Ji ber rê girtina çend aliyên siyasî. Pêwîste KNK ji raya giştî re aşkera bike bê ka kîjan hizb dibe asteng û sedem çi ne. Diyare ji ber tema, berjewendiyên xwe û hizba xwe dibin asteng.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar