Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Xelkê Helebçeyê: Li xaka pîroz a Kurdistanê cihê artêşa tirk a faşîst nîne

Welatiyên Helebçeyê diyar kirin ku ew li cem Atatirk û Erdogan cih nagirin û wiha gotin: “Ev xak ne xaka kurdkujan e. Dê di demekî herî nêzde li ser vê xaka pîroz a Kurdistanê bên derxistin. Divê hikûmet û parlamento ji bo derxistina wan ji xaka Başûr qanûnekê derxîne.”

Bertekên gelê başûrê Kurdistanê yên li dijî hebûna leşkerên dewleta tirk a dagirker a li ser xaka başûrê Kurdistanê û êrîşên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Welatiyên ji Helebçeyê têkildarî bi Rojnewsê re axivîn û diyar kirin ku hebûna baregehên dewleta tirk a li ser xaka Başûr, talûkeyeke mezin e.

Ji welatiyan Serkewt Mihemed diyar kir ku tu helebçeyî li cem Atatirk û Erdogan nînin û wiha domand: “Em hemû dizanin ku kesên xakfiroş û yên gelê xwe difiroşin ev sed sale bi dil û can ji bo dijminan dixebitin. Ev xak ne xaka kurdkujan e. Dê di demekî herî nêz de ji xaka pîroz a Kurdistanê bên derxistin. Komeke xwefiroş bi navê şehîdan xwe kirin axa û xwediyên Başûr. Xalîçeyên sor li ber artêşa tirk a dagirker raxistin.”

Bang li hikûmetê kir

Mihemed da zanîn ku weke kesekî xwedî şehîd daxwaz ji hikûmet û parlamentoyê dike ku bên ser xeta bişeref û wiha dom kir: “Li hemberî kesên ev MÎT’ên tirkan anîn başûrê Kurdistanê qanûnan derxin. Di demeke herî kurt de wan derxin holê û şermezar bikin.”

‘Boykot erka gelê Başûr e’

Welatiyê bi navê Mihemed Kerîm jî diyar kir ku dewleta tirk êrîşî rojava û başûrê Kurdistanê dike û wiha bi dawî kir: “Li ser xaka Başûr baregehên wê hene. Ji serokê herêmê, serokwezîr, seroka parlamentoyê û parlamenteran dixwazim ku qanûnekê derxînin û vê dewleta faşîst a tirk ji xaka me derbixin. Ger li Rojava biser bikevin dê vê carê jî êrîşî Başûr bikin. Her wiha boykotkirina malên tirkî erka gel e. Divê gel li vê erka xwe xwedî derkeve û ziyaneke mezin bide aboriya dewleta tirk.” HELEBÇE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar