Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YJŞ’ê konferansa Zapatîstayê silav kir

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) salvegera 30’yemîn a Serhildana Zapatîstayê silav kir û ev tilt parve kir: “Em di wê bawariyê de ne ku wê bi felsefeya jin jiyan azadî dawî li hişmendiya baviksalarî were û jiyana azad demokratîk pêk were.”

Rêxistina Civaka Zapatîsta û rêxistina wan a leşkerî Hêza Rizgariya Neteweyî ya Zapatîstayê (EZLN)  bi boneya 30’yemîn salvegera Serhildana Zapatîstayê li Chiapasê di 1’ê çileyê de konferansek giştî li dar xist. Konferansa ku hefteyekê berdewam kir, daxwaza avakirina pergala rêxistinî derket pêş.Chiapas yek ji herêmên herî xizan ên Meksîkayê ye. Beriya 30 salan gelê xwecihî yê herêma Chiapas li hemberî dewletê serî  hilda. Hêza xwe ya leşkerî ava kir û di nava wê hêzê de jinan cih girtin. Li dijî bandora kapîtalîzmê ya li ser xwecihiyên herêmê û dagirkirina hikûmeta Meksîkayê ya li ser axa xwecihiyan serî hildan.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi peyamekê salvegera 30’yemîn a serhildana Zapatîstayê silav kir û got: “Em weke parazvanên Şengalê kombûna we pir girîng û bi wate dibînin. Gelên ku ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin pir bi rûmet dibînin.’

Peyama Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) wiha ye:

“Em destpêkê silav û rêzên xwe ji bo we pêşkêş dikin. Hemû kesên ku di Serhildana Zapatîstayê de ji bo rûmeta xwe canê xwe feda kirine û şehîd ketine  bi bîr tînin.

Em wek parazvanên Şengalê kombûna we pir girîng û bi wate dibînin. Gelên ku ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin pir bi rûmet dibînin. Ji bo têkoşînek encamgir tişta sereke, xwe bi rêxistin kirin û xwe parastin e. Em dizanin ku gel û jinên Zapatîstayê li hemberî êrîşên li ser xwe , beriya 40 salan ji bo parastina xwe hêza xwe ava kirin her wiha beriya 30 salan rêxistina Zapatîstayê ava kirine. Em van salvegerên dîrokî bi bîr tînin û gelê Zapatîstayê silav dikin.”

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha domand: “Di hemû  êrîşan de ya dibe hedef jin e. Me  jinên êzidî ev  yek dît. Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, di şexsê jinên êzidî de xwestin civaka êzidî qir bikin. Di fermana 74’an a 3’yê tebaxa 2014’an de bi hezaran jin û mirovên êzidî dîl ketin destên çeteyên  DAIŞ’ê. Heya roja îro çarenûsa bi hezaran jin û mirovên êzidî nayê zanîn. Dema fermanê gel û jinên êzidî ne xwediyên wê hêz, îrade û rêxistinê bûn ku xwe biparêzin. Lê piştî fermanê jin û civaka êzidî xwe bi rêxistin kirin û hêzên xwe yên parastinê YJŞ-YBŞ’ê ava kirin.”

Yekîneyên Jinên Şengalê di peyama xwe de li ser fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan jî ev tişt parve kir: “Jin û civaka êzidî li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin û hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Me weke civaka êzidî xilasiya xwe di vê fikir û felsefeya azadiyê de dît û me ji bo xwe kir esasê rêxistinkirinê. Heya niha jî em li ser vê fikrên roj bi roj rêxistina xwe xurtir dikin. Li dijî dagirkerî, êrîş, talana li ser xwezayê, şîdeta dewlet û zilam em bi hev re têkoşîna hevbeş ji bo jiyana bi edalet, parastina xwezayê, parastina mafên gel û jinan bidin meşandin û xurt bikin.”

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi van gotinan dawî li peyama xwe anî: “Em di wê bawariyê de ne ku wê bi felsefeya jin jiyan azadî dawî li hişmendiya baviksalarî were û jiyana azad demokratîk pêk were. Em careke din konferansa we silav û pîroz dikin, serkeftinê dixwazin.”

Bijî yekitiya gelan

Bijî tevgerên azadî

Jin jiyan azadî

El pueblo unîdo xamas zera vensido

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar